Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Amerîka li Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro 22.07.2020ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Rob Waller kir.
Di dîdarê de,rewşa Iraq û deverê û peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatin gotûbêj kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li konsulê giştîyê nû yê Amerîkayê kir û hêvîya serkeftinê bo xwast di erkên xwe de ji bo zêdetir pêşxistina peywendîyên di navebra Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de.
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî jî, li konsulê giştî yê berê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steven Fagin kir ji ber bi boneya erkê nû yê wî di balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û hêviya serkeftinê bo wî jî xwast.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê amaje bi giringiya bihêzbûna peywendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe nîşan da bo alîkariya Herêma Kurdistanê di pêşxistina abûrî de bi taybet di warê wûze û çandiniyê de.




