25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê piştgiyê li erkê UNITAD dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 22.07.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Karim Khan Şêwirmendê Taybet yê Tîma Navdewletiya Lêkolîna Tawanên DAIŞ (UNITAD) kir.

Di civînê de hengavên dawî yên kar û erkê UNITAD û bandora belavbûna pejika virusa Korona ya li ser karên wan guftûgo kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li gel tîmên wan kirin ku bi navê dabînkirina dadperweriyê ji bo qurbaniyên destê DAIŞê û dadgehkirin û bi sizagihandina tawanbaran ku dibe sedemeke dirustbûna baweriyê û rêxweşker ji bo aramî û pêkvejiyan û avadankirina navçeyên ziyanberketî û vegerandina koçberan.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştgîriya kar û erkê UNITAD amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li gel tîmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo serxistina erkên wan dûpat kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li wan kir û wan han da ku bi cîhkirina bernameya UNITAD li gor dem û cedwel û xişteya wan ya destnîşankirî ku di berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê de ye, bi wê yekê ku hemû qurbanê destê DAIŞê ne.

Hemwarkirina yasaya peywendîdar ya ji bo birêveçûna proseya dadgehkirina tawanbaran, girîngîdana bi aliyê perwerdeyî ya ji bo kûrkirina pêkvejiyan û lêborînî û rêgiriya li dûbarebûna tawanan, proseya komkirina belgeyên tawanê û bi elektronîkirina wan, rahênana dadweran û karkirina li gor standardên navdewletî, çend mijareke dinê civînê bûn ku tê de Karim Khan spasî piştgîriya Serok Nêçîrvan Barzanî û hevkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê ji bo erk û karên wan dûpat kir.

 

Nûçeyên têkildar