26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî kir li xanim Meryem Elî hevjîna şehîd û dayîka 3 şehîdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 12.07.2020an Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Zaxo pêşwazî li xanim Miryem Elî Osman ku hevjîna şehîd Ehmed Mela Gulî û dayîka 3 şehîdane bi navên (Murad, Samî û Nezîr) herweha neviyekî wê jî şehîd e bi navê Şeiban Xelîl Elî.

Mesrûr Barzanî li rewşa tendiuristiya wê û jiyara malbata wê pirsî û amaje bi wê yekê da ku erkê me yê serekî xizmetkirina kesûkarên serbilind û serfirazên şehîdan e û ti tiştek di şiyana me de hebe em dê bikin bo xizmetkirina wan, çunku ev destkevtên me hene berhemê xwîna şehîdên me ne.

 

Nûçeyên têkildar