Nêçîrvan Barzanî û Cewad Zerîf pirsên di navebera Hewlêrê û Tehranê de gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda pê re û di wê hevdîtinê de herdû aliyan pirsên cuda yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de gotûbêj kirin.
Êvara îro Zerîf gihîşt Hewlêrê û li firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Ceifer Şêx Mistefa Cêgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Berpirsê Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Zerîf di destpêka serdana xwe de bo Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Cewad Zerîf pirsên cuda yên di navbera Hewlêrê û Tehranê de gotûbêj kirin.




