25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beriya 32 salan Pêşmerge mezintirîn dastan li Xwakurkê tomar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Yek ji qehremaniyên mezin ên Hêzên Pêşmerge di dîrokê de, dastana binav û deng a Xwakurkê ye, ku bi kêmtirîn çek Pêşmergeyan karîn mezintirîn artêşa wê serdemê li navçeyê bişkînin. Beriya 32 salan Dastana Xwakurkê piştrast kir ku dijmin çiqasî bihêz be jî nikare bikeve riwê Pêşmerge. Yek ji beşdarên wê dastanê dibêje, heya niha jî hestiyên leşkerên Iraqê yên di wê dastanê de hatin kuştin li navçeyê hene.

Piştî ku herdû dewletên Iraq û Îran lihev kirin û şerê xwe yê 8 salî bidawî anîn, rêjîma Beis a Iraqê êrîşeke berfireh anî ser navçeyên Kurdistanê, bi çekên herî pêşkeftî yên wê serdemê êrîş kirin ser gund û navçeyên Kurdistanê, lê Hêzên Pêşmerge li navçeya Xwakurkê karîn derbeyeke mezin li hêzên dijmin bidin û artêşa Iraqê û caşên wê rastî şikestineke mezin hatin.

Ji destpêka meha Temûzê ve, rêjîma Beis hêzên xwe kom kir û berê xwe dan navçeya Xwakurkê, lê li navçeya Xwakurkê ya ser bi qezaya Soran Hêzên Pêşmerge bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî, ku wê demê rasterast ew bi xwe di şer de beşdar bû, Pêşmerge di rûyê Artêşa Iraqê de sekinî.

Beşdarê Dastana Xwakurkê Lîwa Xemet Guretûyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dastana Xwakurkê bêwêne bû di dîroka pêşmergayetiya me de, ji ber ku me di Şoreşa Gulanê de bi kêmtirîn piştevaniya leşkerî karî şerê mezintirîn artêşa navçeyê bibin.”

Lîwa Xemet Guretûyî wiha got: “Rêjîmê dixwest li Deşta Berazgir û Gelî Reş dawiya Pêşmerge bînin, lê hêzên me şerê wan kirin û Serok Barzanî bi xwe ligel Pêşmerge li eniyên şer bû. Hikûmeta wê demê ya Iraqê jî mezintirîn hêza serbazî û çek û balafir anîbû ser navçeyê ji bo şerê Pêşmerge. Herwiha hemû fewcên caşan ên sînorê parêzgeha Hewlêrê ber bi Xwakurkê ve hatibûn.”

Guretûyî wiha domand: “Şerê Xwakurkê gelekî dirêj kir. Ji 19ê Temûzê şer destpê kir û heya meha Îlonê her berdewam bû. Di encamê de jî Pêşmerge karîn serkeftineke mezin bidest bînin û bi sedan serbaz û fermandarên rêjîmê hatin kuştin û gelek çekên wan ketin destê Hêzên Pêşmerge. Tê bîra min me 3 balafirên wan jî şikandin.”

Wî lîwayî wiha got: “Dastana Xuakurkê di sêgoşeyeke sînorî de zêdetirî mehekê dirêj kir û hejmareke pêşmergeyên qehreman jî şehîd kertin. Lê tişta ku ez dizanim Pêşmerge derbeyeke pir mezin li rêjîma Iraqê da û heya niha hestiyên serbazên Iraqê li ser çiyayê Koravaya devera Xwakurkê hene.”

Nûçeyên têkildar