Le Drian Mesrûr Barzanî vexwend Parîs: Hatime piştgiriya Fransa bo Kurdistanê dûpat bikim

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê civiyan û wezîrê derve yê Fransa bi navê Serokomarê Fransayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwend bo Parîsê û got, “Hatime bo ku piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat bikim, bi taybetî di van rojên zehmet de.”
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 17.07.2020, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê di civînê de tekez kir, “Hatime bo ku piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat bikim, bi taybetî di van rojên zehmet de.”
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian amaje bi wê jî kir, Fransa amade ye ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pisporên Fransayê amade ne bo hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê kiştukal û derbaskirina krîza aborî.
Jean-Yves Le Drian, li ser navê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîr Mesrûr Barzanî vexwend bo ku serdana Parîsê bike di derfetek guncaw de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya rola dîrokî ya Fransayê kir di piştevanîkirina gelê Kurdistanê de û ronahî xist ser derencama guftugoyên li gel Hikûmeta Iraqê û hewlên çareserkirina pirsgirêkan.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, ku civaka navdewletî û bi taybetî Fransa dikarin rola xwe ya erênî di lihevnêzîkkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bigêrin ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û ragihand, “Me daxwaza ti tiştekî nekiriye binpêkirina destûra Iraqê be û em her tiştekî jî red dikin ku kêmtir be ji mafên me yên destûrî.”




