Wezîrê Derve yê Fransa: Herêma Kurdistanê bi camêrî pêşwazî li penaberên Sûriyê û koçberên Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Îna 17.07.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pesnê piştgîriya Fransa bo Herêma Kurdistanê da. Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Fransa got ku Herêma Kurdistanê bi camêrî pêşwazî li penaberên Sûriyê û koçberên Iraqê kir.
Di civînê de ku cîgirên serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, destbikarbûna Hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya danûstandinên çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê gotûbêj kirin.
Derbarê wê yekê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Iraqê, kilîla aramiya siyasî ya Iraqê ye. Herwiha Wezîrê Derve yê Fransa jî tekez kir li ser piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên wan.
Belavbûna virusa Korona û encamên wê bi taybetî di warê abûriyê de, li gel pêngav û rêkarên rûbirûbûna wê li Herêma Kurdistanê mijareke dinî civînê bû,ku tê de behsa hejmara nexweşan û çareserkirina wan û yên ji ber wê virosê canê xwe ji dest dane. Ji aliyê xwe ve Le Drian amadehiya Fransa ya ji bo hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de nîşan da.
Di civînê de pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê hatin gotûbêjkirin û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kirin, û birêz Le Drian jî tekez kir li ser berdewamiya piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de.
Herdû aliyan tekezî li ser peywendiyên hemû alî yên Herêma Kurdistan û Fransa û kûrkirina hevbeş a di navbera wan de kirin.
Herwiha rewşa koçber û penaberan û pêkvejiyana pêkhatên neteweyî û olî yên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, pêşxistinên navçeyê bi giştî û çend pirseke din ê ji bo herdû aliyan girînbûn, beşeke dinê civînê bûn ku Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bûn.
Piştî civînê jî di kongreyeke hevbeş a rojnamevaniyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa nîşan da û serdana xwe ya di vê dema hestiyar de ku Herêma Kurdistan û Iraqê jî wekî cîhanê mijulî virusa Korona û encamên wê ne, bi girîng û nîşana berdewamiya piştgîriya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi navê gelê Kurdistanê dûbare spasiya Fransa kir ku herdem di demên teng de piştgîrî li mafên destûrî yên Kurdistanê kirine, û sala 2017 jî dorpêça li ser Herêma Kurdistanê şikand û hevkar bûn di destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexda. Herwiha Nêçîrvan Barzanî rola Serok Macron bi roleke gelekî berçav da zanîn ku tu demekê nayê jibîrkirin û cihê rêz û hûrmetê ye.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku di şerê li dijî DAIŞê de, Fransa wekî endamekî girîng ê Hevpeymaniya Navdewletî û hevbeşeke Herêma Kurdistan û Iraqê, piştgîrî û roleke berçav hebûye û niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi piştgîriya Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî heye. Behsa wê yekê jî kir ku Fransa hevkariya mirovî pêşkêşî koçber û penaberan kiriye, bi taybetî jî xuşk û birayên Êzdî û Xristiyan, çi di kampan de yan bi hewandina wan li Fransa be. Herwiha got: “Fransa girîngiyeke zêde bi aramiya Rojhilata Navîn û Iraqê dide.”
Serok Nêçîrvan Barzanî behsa Wezîrê Derve yê Fransa jî kir ku wekî dosteke Kurdistanê roleke berçav dîtiye di pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa de, hem dema ku wezîrê berevaniyê bû ku serdana Kurdistanê û bereyên şerê dijî DAIŞê kir, hem çend carek berê jî û niha jî ku dûbare wezîrê derve ye, ji bo wî jî gelek spas kir ku her wiha spasiya balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Fransa li Hewlêrê kir ku berdewam ji bo pêşxistina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin.
Di dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze û derfet jî heye ji bo pêşbirina peywendiyên li gel Fransa di warên siyasî, aborî, emnî, akademî û kultûrî de, bi taybetî jî kompanyayên Fransî dikarin di hemû waran de kar û veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
Ji aliyê xwe ve Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve yê Fransa got: “Kêfxweş im ku dûbare li vir li gel Serok Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê me. Ev heştemîn serdana min e bo Herêma Kurdistanê, çar caran wekî Wezîrê Berevaniyê hatim di demên herî dijwar de, herwiha ev çaremîn car e jî wekî Wezîrê Derve serdana Herêma Kurdistanê dikim.
Ji destpêka Koronayê ve, ev yekemîn serdana min a Rojhilata Navîn e, ji ber ku Fransa berdewam amadehiya xwe hebûye li gel Herêma Kurdistanê, di demên herî dijwar de ku niha Iraq û Herêma Kurdistanê tê de derbas dibin, min pê xweş bû vê serdanê bikim ku ev serdaneke hevsozî û piştevaniye, hevsoziye beramber bi Korona ku tûşî we bûye wekî çawa tûşî me jî bûye. Her ji bo wê yekê di rojên pêş de çendîn kelupelên girîng ên pizîşkî wekî hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistan dibexşîn ku ji bo rûbirûbûna virusa Korona alîkariya karmendên we yên tendirustiyê dide.
Herwiha got: “Ev serdana min piştgîriye ji bo şerê we yê li dijî DAIŞê ku me û Kurdistanê tûşî şîn û sersaxiyan kir. Divê em hemû pêkve rûbirûyê wê bibin, Iraqî û Fransî û Kurdistanî bi bêyê wê yekê asta çavdêriyê nizim bikin. Herwiha hevsoziye li qeyran û aloziyên herêmiyên ku Iraq û Herêma Kurdistanê li ser axa xwe bûne qurbanî û li jiyana rojane da baca wê didin. Her wiha piştgîriye li warê mirovî de ku Herêma Kurdistanê helwesteke camêrane nîşan da bi pêşwazîkirina penaberên Sûriye û koçberên Iraqê. Em gelekî spasiya we dikin û herdem jî tekeziyê li wê camêriya we dikim.
Cara dawî ku cotmeha sala par min serdana Herêma Kurdistanê kir, min soza wê yekê dabû ku çendîn milyon Euro kombikim ji bo koçber û penaberan. Li wargeha Berdereş me çendîn proje encam dan, li warên perwerde û tendirustî û av, her wiha rojên bê de jî Fransa yarmetiyê digihîne nexweşxaneya Helebçe, Fransa berdewam dibê li gel we, li paşerojê de bi hevkariya li gel Almanya bi panzdeh milyon Euro projeyeke girîngê warê av û averoyê li parêzgeha Duhokê encam dide.
Herwiha Ajansa Pêşxistina Fransî li gel Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî li nêzîk ve kar dike ji bo desteberkirina derfetên kar ji bo lawên Kurd. Xaleke din ku dixwazim balê bikşînim ser kompanyayên mene ku berdewam dibin. Îsal xwendekareke Kurd ku bavê wî di şerê DAIŞê de şehîd bûye, bekaloriya Fransî bi dest ve anî û berdewamiyê bi xwendina xwe da, li sayeya burseke xwendina Hikûmeta Fransa. Rast e ev yekem xwendekar e, lê belê bi piştrastiyê ve xwendekarê dawî jî nabe û berdewam dibe. Gedeyeke Kurd e ku li sayeya xwendingeha Fransî li Silêmanî û Hewlêr xwe pêdigihînin li nav sîstema Fransî de jî li sayeya hevkariyeke zanîngehên me li gel zanîngehên Herêma Kurdistanê berdewam dibin di bihêzkirina wê dostayetiyê.”




