26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rejîma Êranê 3 xortên Kurd girtin û ji bilindahiyekê avêtin xwar

Çavkanî: KDP.info

Rejîma Komara Îslamî ya Êranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên kurd ên ku bazirganiya li ser sînor dikirin, girtin û înfaz kirin.

 

Li gor nûçeyek ajansa FiratNewsê, roja 6 Sibat`ê artêşa Êran`ê li herêma Şehabedîn ya Rojhelata Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ku  karê bazirganiya sînor dikin li ser sînorê Herêma Kurdistan`ê kuştin.

 

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, li herêma Şehabedîn a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên kurd ji aliyê leşkerên rejîma Êranê ve hatin kuştin. Hate diyarkirin ku roja 6’ê sibatê leşkerên Êranê êrîşê karwanê bazirganan kirin. Destpêkê 77 hespên wan qetil kirin û dest danîn ser tiştên wan. Piştre Rizgar Kemal ê 18 salî, Huseyin Mihemed Çavşînê 16 salî û kekê wî Hoşyar Mihemed Çavşîn ê 20 salî bi saxî girtin, dest û lingên wan girêdan û di zinarekê de avêtin.

 

Hate diyarkirin ku gundiyan îro cenazeyên her sê ciwanên Kurd wergirtin û birin Baneya Rojhilatê Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar