26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê pêngavên bicîhkirina yasaya çaksaziyê gotûbêj kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşemê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke Komîteya Bilind a Bicihkirina Yasaya Çaksaziyê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, guftûgo di derbarê pêngavên bicihkirina yasaya çaksaziyê û reşnivîsa hejmarek peyrewên taybet bi çaksaziyê de hatin kirin.

Piştî guftûgokirina di derbarê reşnivîsê de, çend peyrewên navxwe ji bo asankarîkirina bicihkirina yasaya çaksaziyê hatin amade kirin. Têbîn û serincên pêwîst ji aliyê beşdarbûyan ve hatin pêşkêşkirin. Piştre biryar hat dayîn, di civîna dahatî ya Encûmena Wezîran de bêne pesendkirin.

Nûçeyên têkildar