Dewleta Qanûnê: Nuceyîfî daxwaz ji serokê komarê kirîyê ku bawarîyê ji Nûrî Mailkî werbigire

Dewleta Qanûnê eşkere kir, ku serokê encumena nûnerên Iraqê " Usama Nuceyfî" daxwazek pêşkêşa "Celal Talebanî" serokê komara Iraqê bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirîye.
Di evê derbarê de endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser Dewleta Qanûnê " Heysem Ceburî" ragihand, ku pirosesa wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî dest pê kirîye, eve jî bi rêya " Usama Nuceyfî" ku daxwazek pêşkêşa "Celal Talebanî" serokê komara Iraqê bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirîye û ev pêngava han jî li destûrê bin pê dike.
Herweha Ceburî got, ev kara han karê parlîyamentê ye, daxwaz ji serokê parlîyamentê kir, ku berpirsîyatîya alîyên sîyasî nexe stoyê xwe.




