Alîkarî ji devera Soran gehştine sînorê Rojava

Dihok-KDP.info/ Berpirsê peywendiyên giştiyên Pêşxabûr ragehand harêkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê û layen û partên siyasî û xêrxwaz û rêkxirawên medenî bo Kurdên Rojava berdewamin.
Şewket Berbiharî berpirsê peywendiyên Pêşabûr bo Evro xuyakir ku rojane harîkarî ji hemû deverên Kurdistanê digehine Pêşabûr û bi rêya beleman bo rojavayê Kurdistanê dihêne şandin û go: Qaymqamê Soran û hijmareka berpirsên deverê li gel 36 tirêlên erzaqê hişik û gelek kel û pelên dî, duhî 9/2/2013 gehiştine xala sînurê Rojava.
Navhatî got: Ew harîkarî 600 tenên kel û pelên xwarnê bûn û her duhî bo rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Berbeharî xuyakir jî li van rojan bo cara duyê harîkariyên hikûmetê dê bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin û got: Berdewam layen û xelkê deverên Kurdistanê peywendî bi wan dikin daku harîkariya bo Rojava bişînin




