26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Muhemmed Îhsan: wezareta berevanîyê li Iraqê gendeltirîn wezarete

Çavkanî: KDP.info

Nûnerê hukûmeta herêma kurdistanê li Baxdadê " Muhemmed Îhsan" weha dibîne, ku gendeltirîn wezaretên Nûrî Malikî, wezareta berevanîyê ye, hêvî jî xwest ku firokeyên F16 bikeve destê bawer pêkirî.
Li gorî govara " El-Îsboyîye", Îhsan di dîdarekê de bi evê govarê re weha got, heta niha hukûmeta herêmê daxwaza Tankan ji bo hêzên pêşmerge nekirîye.
Îhsan weha jî got, em kar bo evê çendê dikin ku dan bi hêzên pêşmerge wek hêza pasevanên sînora herêma kurdistanê pê bihê kirin.
Herweha da nîşandan, ku ew ne li dijî kirîna firokeyên F16 ne belê " ez wek hevwelatîyekî Iraqî pêdivîyên me yên girîngtir hene ji kirîna firokeya F16, wek dibistan û nexweşxane û kehrebe û dabînkirina derfeta kar û herwisa.
Tekezî li ser evê çendê kir, ku pêdivîye ev firokeyên han bikevin destên bawerpêkirî ne bikeve destê wezareta berevanîyê, ji ber ku ev wezareta han gendeltirîn wezarete.

Nûçeyên têkildar