Nêçîrvan Barzanî: Dem hatiye em û Bexda hemû dosyeyan yekalî bikin û bighên têgiheştineke hevbeş

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, ligel hersê serokatiyên Iraqê û gelek serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê civiya. Serok Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Dema vê yekê ye em bigihin têgihîştineke hevbeş û hemû dosyeyan yekalî bikin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel her sê serokayetî û serkirde û aliyên Iraqiyan, kêşe û berpirsiyariyetiyên xwe yên hevbeş ya ji bo hemû Iraqiyan da zanîn û got: “Me hemûyan yek çarenivîs heye û kêşeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê kêşeya hemû Iraqiyane. Dûpat jî kir ku piştî ezmûna tehl ya çendîn salan girift û kêşeyên di navbera her dû aliyan, êdî divê neçîn ser berê, ji ber kû niha dema eweye bigihîne têgihiştineke hevbeş û bi rêkkeftineke giştgîr cihê rizamendiya her dû aliyan ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, kêşeyan bi yekcarî çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî rewş û gefan bi dijwar da zanîn û got: “Dibe ku qeyranan bikin derfet û bi hevkarî û pêkve kar kirinê rûbirûyê dijwarî û qeyranên niha yên welat berpirsiyariya hevbeş ya me hemuyane û berdewamiya kêşeyan li berjewendiya tu aliyek da nîne, em hemû pêkve bi hevkariyê dikarîn bigihîn têgihiştineke hevbeş û li ser awayeke birêvebirineke baştir ya welat heta xizmeta bi hemû welatiyan bê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amadeye tevahiya kêşe û dosyeyên helawestiyên li gel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan çareser bike. Rola serkirde û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê jî ji bo piştgîriya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.
Ji aliyê xwe ve serkirde û aliyên Iraqiyan ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana li vê dem û rewşê da bi peyameke erênî û hengaveke dirust ya Herêma Kurdistanê beramber Bexda û xemxurî û ciddiyeta ji bo çareserkirina kêşeyan dane zanîn û xweşhaliya xwe bi amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahiya kêşeyan û gihîştina rêkkeftinek li gel Hikûmeta Federal derbirîn.
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî ku doh li yekem roja serdana xwe ya Bexdayê bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok li gel her yek ji birêzan Serok Wezîr, Serok Komar, Serokê Encumena Nûneran û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya, yekşema 21.06.2020 li berdewamiya serdana xwe da li gel birêzan Emar El Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî, Hadî El Amirî Serokê Lîsta Fetih, Nûrî El Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û birêzan li Desteya Siyasiya Tevgera Sedir civiya.
Di civînan de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê û hewl û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan, rewşa niha ya welat û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Federal, qeyrana darayî û encamên pejika virusa Korona, metirsiyên terorê û berfirehbûna tevger û êrîşên DAIŞ li Iraqê, girîngiya hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê, rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, parastina serwerî û tixûbên welat û rêdana peywendiyên li gel welatên cîran, navçe û cîhanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya hevbeş, hatin guftûgo kirin.




