Ehmed Turk: Êdî pirsa Kurd bûye pirsa hemû rojhilata navîn

Parlemanterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk li duyemîn kongireya ne asayî yê partiya BDP`ê li bajarê Osmaniyê ya Tirkî ragihand ku: "Îro pirsa Kurd êdî wek kêşeya Tirkiyê nayê temaşe kirin, belku pirsa Kurd êdî bûye pirsa hemû rojhilata navîn."
Hevserokê giştiyê Kongireya Civaka Demokratîk Ehmed Turk diyar kir ku "eger Tirkiyê çareseriya bîngehîn bo pirsa Kurd bike ew di wê baweriyê deye ku dê bibe dewletkî bihêz li rojhilata navîn de, lê ger bi awayekî netewperestî li gel pirsa Kurd tevbigere ewê hem alîgirên xwe li rojhilata navîn ji dest dide û hem jî dê bibe sedema tevlîheviyek mezin li navçeyê."
Di dirêjahiya gotina xwe de Turk got: " Ger niha em temaşeyî rojhilata navîn bikin zêde li 40 milyon Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hene, ji bo vê yekê jî ger pirsa Kurd bi awayekî aştiyane neyê çareserkirin, ne mumkine aştî li rojhilata navîn bê çespandin."




