26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Nûneran ya Iraqê rewşa welat guftûgo kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Piştî nîvroya îro 20.06.2020 li Bexda birêz Mihemed Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê, pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nixandin û tîşk xistin li ser qeyrana darayî û encamên pejika virusa Korona û çawayiya rûbirûbûna wê.

Her li hevdîtinê da tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiyan hemûyan ya ji bo derbaskirina dijwariyên niha û karkirina ji bo derbaskirina rewşê û çareserkirina kêşeyan li gor destûrê kirin.

Nûçeyên têkildar