Malikî li bajêrê Mûsilê Çekan û Paran belav dike

Serokê lîsteya dewleta qanûnê" Nûrî Malikî" di seredana xwe de ya bo bajêrê Mûsilê, hejmarek ji serokên êl û eşîretên evî bajêrî dibîne û para û çekan bi ser wan de belav dike.
Çend jêderên medîya weha belav kirine, ku "Nûrî Malikî" di seredana xwe de ya bo bajêrê " Mûsilê" hejmarek ji serokên êl û eşîretan dibîne û pare û çekan bi ser wan de belav dike.
Hêjayî gotinê ye, ku Malikî berî vê bi çend rojan, kombûnek Îstiffzazî ya encumena wezîran li bajêrê Kerkûkê saz kir, îro jî wek vê kombûnê li bajêrê Mûsilê sazdike.
Ji alîyekî din ve parêzgarê Mûsilê "Esîl Nuceyfî" got, armanca seredana Malikî bo Mûsilê tenê ji bo teqandina nekokîyên sîyasîye, ne bo seredana evî bajêrî û pêşkêkirina xizmetguzarîyan.




