Ebdulhekîm Beşar: Divê diyalog li ser çûyîna Esed be

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî)
Ebdulhekîm Beşar, ragihand ku eger diyalog bi rêjîma Sûriyê re li ser
çûyîna Beşar Esed be em jî pêre ne.
Ebdulhekîm Beşar taybet ji KDP.info re berdewam kir û got: " Berya niha
mercê opozisyona sûriyê ji bo diyaloga bi rêjîmê re xala serekî çûyîna
Beşar Esed bû, lê niha divê diyaloga bi rêjîmê re li ser çûyîna Esed bê
kirin."
Li ser tezmînatên qebûlkirina rêjîma Sûriyê ji bo despêkirina diyalogê û
eger ew merc neyê cîbicîkirin sekreterê El-Partî got: " Divê encûmena
asayîşê ji bo çespandina çareseriyê bi rêyên xwe destê werde."
Li barê avakirina hikûmeteke veguhastî ya Kurdî jî Hekîm Beşar tekez
kir ku avakirina hikûmeta Kurdî hîna zûye û ne di perjewendiya Kurdan
de ye. Her weha berya her tiştî divê mîkanîzmek bê dîtin ku em
muameleya li gel opozisyona Sûriyê bikin ku em li ser awayê dewleteke
Sûrî di pêşerojê de em lihev bikin û got: " Em nikarin rêveberiyekê bi
birêvebirina navçeyên Kurdî bi bê hêzên opozisyona Sûriyê ava bikin."
Derbarê asoya çareseriyê li Serê Kaniyê jî Ebdulhekîm Beşar cext kir ku
berya her tiştî divê şer bê rawestandin û grûpên çekdarî ji bajarê Serê
Kaniyê derkevin û rêveberiya bajêr ji xelkê wê re bê berdan




