26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama behîdariya Serok Barzanî ya ji bo koçkirina xwedê jêrazî Mîr Kamîran Xeyrî Beg

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde me xeberê oxira dawiyê ya Mîr Kamîran Xeyrî Beg wekîlê Mîrê Êzdiyan yê karubarên olî bihîst. Xwedê jêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekê Kurdperwer û welatparêz û xwedan soz û berkeftiyê malbata Mîran û Kurdên Êzdî bû û ji dest dana wî kesereke mezine.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxî û serxweşiyê li Mîr Hazim Tehsîn Beg û malbata Mîrî û Civata Rûhanî û tevaya xuşk û birayên Êzdî dikîn. Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bidete kes û karên rehmetî û hemî Kurdên Êzdî û ruha wî şad bît û cihê wî beheşta berîn bît.

 

Mesûd Barzanî

16.06.2020

Nûçeyên têkildar