Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Mîrî Êzdiyan re xwest
__2020_06_16_h10m3s56__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi sedema koça dawî ya Wekîlê Mîrê Êzdiyan bo Karûbarên Ayînî, Mîr Kamîran Xeyrî serxweşî li Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata Wekîlê Mîrê Êzdiyan bo Karûbarên Ayînî, Mîr Kamîran Xeyrî peywendiyeke telefonî ligel Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg pêk anî û têde serxweşî lê kir.
Nêçîrvan Barzanî jibilî ku pirse û sersaxî li xwe û malbata rehmetî kir, hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya rehmetî Kamîran Xeyrî Beg pismamê mîr, nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Mîrê Êzdiyan spasiyên xwe û malbata xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.




