Mesrûr Barzanî li ser wefata wekîlê mîrê Êzdiyan peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser wefata wekîlê mîrê Êzdiyan, Mîr Kamîran peyamek belav kir.
Peyama wî wiha ye:
“Mixabin min bihîst ku wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên aynî Mîr Kamîran Xeyrî Seîd Beg koça dawî kiriye. Ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz bi taybet mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û hemû xûşk û birayên êzîdî. Xwedayê mezin wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide dostên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Kurdistanê
16.6.2020”




