26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Dema Bexda ji çareseriyeke dadmendane re amade be ezê biçim Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Dûşema 13.6.2020 pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku konsulê giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê jî amade bû, behsa pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanya her wiha mekanîzma çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xist ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û ragihand, em piştevaniya hikûmeta Kazimî dikin ji bona çareserkirina tevahiya arîşeyan li ser esasê Destûra Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got, her gava birayên me li hikûmeta federal amade bin bo çareserkirina arîşeyan bi awayekî dadmendane, ez amade me serdana Bexdayê bikim.

Balyozê Brîtanya jî amadehiya welatê xwe nîşan da bo alîkarîkirina hikûmetên Kurdistan û Iraqê di mijara çareserkirina arîşeyan de û got, em Iraq û Herêma Kurdistanê wek dost û hevpeymanên xwe dibînin û em dixwazin di vê rewşa zehmet de alîkariya wan bikin.

 

Nûçeyên têkildar