Nêçîrvan Barzanî hişyarî da: Teror li navçeyên madeya 140 geş dibe û metirsiyeke mezin heye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşa li ser gundên Kurdên Kakeyî li sînorê Xaneqînê ragihand, “berdewamiya vê rewşê gefê li ewlekarî, istiqrar û pêkvejiyanê” dike. Nêçîrvan Barzanî herdiha dibêje, ew bûyer “mînakeke berçav a zêdebûna metirsî û aloziya rewşê” ye.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, “dubarebûn û berfirehbûna berdewam a êrişên DAIŞê li Iraqê, bi taybet jî li navçeyên maddeya 140 a Destûrê, rewşeke gelek metirsîdar û aloz ji bo akinciyên wan navçeyan û hemû pêkhateyên olî û netewî re pêk aniye, ku demeke dirêj e gefa kuştin û revandinê û derkirin li ser wan heye û di van demên dawiyê de jî berhemên wan ên çandiniyê tên şewitandin û rojane dibin armanca êrişên hovane yên terorîstî û tên şehîdkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî dike, ku pêştir jî wan çendîn caran derbarê metirsiya rewşê de hişyarî daye û tekez dike: “Berdewamiya vê rewşê gefê li asayiş û seqamgîrî û pêkvejiyanê dike û bo rûbirûbûna metirsiyan û parastina ser û malên hemwelatiyan û pêkhateyên wan navçeyan, mekanîzmeke çalaktir a hevahengiyê di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de û hevkariya Pêşmerge û hêzên Iraqê û berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞŞê, pêwîst e.Çimku terorîstan valahiya ewlehiyê ya wan navçeyan ji xwe re kirine derfet û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê hemû hewl û şiyanên xwe bi kar tîne.”
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de amaje bi êrîşa herî dawîn a li ser du gundên Kurdên Kakeyî li sînorê qezaya Xaneqînê dike û dibêje, “ew bûyer mînakeke berçav a zêdebûna metirsî û aloziya rewşê ye ku divê ji bo rêgirtina li dubarebûna wê, pêngavên bilez bêne avêtin.”
Nêçîrvan Barzanî wê êrîşa li ser Kurdên Kakeyî bi tundî şermezar dike û weke “tawan” bi nav dike, hevdem hevxemiya xwe li gel malbat û kesûkarên qurbanî û birîndarên êrîşê radigihîne.




