26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Birîtaniya metirsiyên serheladana DAIŞê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Seokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Stifin Hîkî, Balyozê Birîtaniya li Iraqê.

Di civînê de Ceymis Sorinton, Konsulê Birîtaniya li Hewlêrê amade bû. Pêşhatên belavbûna Vayrosa Koronayê û hewil û rêkarên rûbirûbûna wê li Iraq û Herêma Kurdistanê, li gel bandorên wê bi taybet di warê abûrî de, li ser Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê û çawaniya rûbirûbûna wê gêngeşe kirin.

Destbikarbûn û bernameya kar û pêngavên hikumeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî, arîşe, kirîz û qeboyên li pêşiya wî, peywediyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral û hewl û diyalogên çareserkirina arîşeyên di navebra wan de li ser binemayên destûrê Iraqê, tewereka din a civînê bû.

Herdû alîyan gef û metirsîyên dûbare serheldan û bihêzbûna DAIŞ behis kirin ku demeke liv û bizavên wê li çend deverên Iraqê zêde bûye û hevwelatî û hêzên Iraqê dikin armanc.

Derbarê vê yekê tekez hate kirin li ser giringiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymanîya Nêvdewletî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê bo berengarbûna terorê û hevkarî û hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral de.

Di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendîyên Birîtanîya li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û xwazta herdû aliyan bo pêşvebrina wê peywendiyê, diyaloga sitratîcî ya Iraq û Amerîkayê û çend pirsên din yên cihê giringiya herdû alîyan hatin behiskirin.

 


 

Nûçeyên têkildar