26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îro Barzanî û Talebanî li Hewlêrê Kombûnekê saz dikin

Çavkanî: KDP.info

Jêderên hayakirinê ragihandin, ku biryare îro çarşemê " Celal Talebanî" serokê komara Iraqê û "Mesûd Barzanî" serokê herêma kurdistanê li bajêrê Hewlêrê ji bo gengeşekirina tangasîya sîyasîya Iraqê kombûnekê saz bikin.
Çend mehin ji ber nokokîyên navbera alîyên sîyasî, pirosesa sîyasîya welêt tangasî keftîyê û heta niha ti asoyek xuyakirî ji bo gehêştin bi rêkeftinekê yan bi dawî hatina avê tengasîyê nahetîye nîşandan.
Heta niha hersê alî, hevpeymanîya kurdistanî û Iraqîyye û Sedr, du kombûn li Hewlêrê û Necef encamdane, du karname arsteya lîsta hevpeymanîya niştimanîya desthilatdar kirine, lê li gorî jêderan heta niha ji alîyê hevpeymanîya niştimanîya desthilatdar bi lawazî kar li ser hetîye kirin.

Nûçeyên têkildar