Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê çend biryarên nû derxist
__2020_06_10_h19m48s1__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya vîdyokonferansê serpeiştiya civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê kir.
Îro Çarşema 10.06.2020an Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û wezîrên peywendîdar civiya.
Di destpêkê de wezîrê navxwe raporta xwe pêşkeş kir. Dûv re jî wezîrê tenduristîyê raporteka hûr derbarê teşenekirina vîrusa Koronayê û zêdbûna hejmara berketiyan û qurbanîyan pêşkeş kir ji bilî ku jimareka daxwazî û pêşnîyaz jî pêşkeş kir.
Piştî gotûbêjan û şewirê û nirxandina rewşa tenduristîyê, Lîjneya Bilind Rûbirûbûnê ya Koronayê ev biryarên nû dan:
Yekem: Berdewambûn li ser rêkarên xweparêzîyê, kerentînekirin, çaresrkirin û pêşkeşkirina xizmetguzarîyên tenduristîyê bo berketiyan, berkevtîyan, geştyaran û çirkirina helmeta hişyarîya tenduristîyê bo xweparêzîyê ji vîrus Koronayê û dûvçûna cîbicîkirina tedbîrên tenduristîyê ji alîyê hemwelatîyan.
Dûyem: Bi zor sepandina girêdana demamkê li hemû sazî, cihên giştî û dabînkirina wê bo her hemwelatîyekî ku serdana fermangeh û sazîyên giştî bike û her kesek jî biryaran binpê bike rêkarên yasayî li beraneber wan tên cîbicîkirin.
Sêyem: Xerckirina qonaxeka din a budceya taybet bi xercîyên rûbirûbûna vîrusa Koronayê bi giştî 5 milyar dînaran bo Wezareta Tenduristîyê bi mebesta dabeşkirina wê bi ser sazîyên tenduristîyên parêzgehan û rêveberîyên serbixweyên Herêma Kurdistanê.
Çarem: Wezaret û alîyên peywendîdar hesanîya pêwîst pêşkeş bi kargeyên berhemhînana demamekan û pêdawîstîtên din yên xweparêzîyê dikin, da ku bi hesanî û bi kûalîtîyeka baş û nirxeka guncaw bigehe destên hevwelatîyan.
Pêncem: Xizmetguzarîyên taqîgehî bihêne berfirehkirin.
Şeşem: Wezareta Tenduristî, navxwe û fermangeha peywendîyên derve hatin raspartin da ku serdana alîyên Iraq û navdewletî bikin da ku hemkarîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.
Heftem: Berdewambûna qedexeya hatinûçûnê li Herêma Kurdistanê û li gel parêzghên Iraqê. Rêkixistina dewama Pêşmerge û asayîşa navxwe, bi taybetî ewên rûniştvanên derveya cihê wezîfeyên xwe ne bi awayekê ku kêmtirîn hatinûçun hebe.




