26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya Navdewletî: Berdewamiya hevkariyên me bo Pêşmerge girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Major General Gerald Strickland kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîka Steven Fagin amade bû, girîngiya hevhanegiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê de bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronî xiste ser proseyên çaksaziyê yên hikûmetê di herdu warên birêvebirin û darayî de, bi taybet jî pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de.

Di derbarê pêwendiyên bi hikûmeta federal a Iraqê re, Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, pêwîst e pirsgirêk bi awayekî dadperwerane û li ser bingeha destûrê bi awayekî bineretî bên çareserkirin.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê tekezî li girîngiya berdewambûna hevkarîkirina hêza Pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve kir, bi taybet di warê rahênana serbazî de.

 

Nûçeyên têkildar