25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Karesata Zêwe yek ji rûpelên reş ên dewleta Iraqê ye û qet nayê jibîrkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî ji bo salvegera karesata bombebarana Zêwe peyamek belav kir û tê de got, ew karesat yek ji rûpelên reş ên dewleta Iraqê ye û tu carî nayê jibîrkirin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro sîh û pênç sal li ser bombebarana wargeha (Ordugaya Zêwe) derbas dibe. Li 09 ê Hezîrana 1985 rejîma Be's a Iraqê bi heşt balafirên Sîxo wargehê (Ordugayê) bi hovîtî penaberên Zêweyê bombebaran kirin û hejmareke mezin ji jin û zarokên bê tawan şehîd kirin.

Karesata Zêwe yek ji rûpelên reş ên dewleta Iraqê ye û tu demekê nayê jibîrkirin. Rejîma Be's bi enfal û girtin û koçberkirina xelkê Kurdistanê nerawesta û karên hov wek karesata Zêwe jî dikir.

Her kesek nalinala birîndaran û laşê perçe perçe kirî û şewitî yê şehîdên Zêweyê dîtiba, gelek bi başî hovîtiya rejîma wê demê ya Iraqê û zilmaser gelê Kurdistanê fêm dikir.

Xweragirî û qehremaniya penaberên Zêwe, wek dayika Amîna û sedan mînakên din ê gelê Kurd, peyameke zelal bû ji bo hemû aliyekî ku dijmin çiqasî dilhişk û pirçek jî be nikare rê li pêşiya îradeya azadîxwaziya gelê Kurd bigre û dijmin her serşor û şikestî dimîne.

Di vê bîranîna dilbiêş de, silav ji bo giyanê şehîdên serbilind ên Zêwe û hemû şehîdên rêya azadiyê û silav ji bo cangorî û azayetiya gelê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
09.06.2020”

Nûçeyên têkildar