Bernameyeke metirsîdar li Kerkûkê tê bicîhanîn..50 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê

Kerkûk-KDP.info- Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ragihand, bernameyeke metirsîdar li Kerkûkê tê bicîkirin, ku bi çendîn şêwe proseya bi erebkirinê li Kerkûkê tê kirin û heya niha 50 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê.
Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Proseya bi erebkirinê li Kerkûkê berdewam e, ku Ereban tînin Kerkûkê. Jibilî wan malpatên Ereb, malbatên çekdarên DAIŞê jî tînin Kerkûkê û li wir bicîh dikin. Erdê Kurdan ji wan distînin û didin Ereban.”
Husên wiha got: “Bernameyeke metirsîdar a bi erebkirinê li bajarê Kerkûkê niha tê bicîhanîn. Ji Besra û Dîwaniye û Necef û Tikrît û Diyala fermanberên hikûmetê tînin ser Kerkûkê bi mebesta bi erebkirinê û wan li Kerkûkê bicîh dikin.”
Wî berpirsê PDKê tekez kir ku ji 16ê Cotmeha 2017an de, ku hêzên Iraqê Kerkûk dagîr kirin, û heya niha proseya bi erebkirinê li Kerkûkê berdewam e û heya niha Hikûmeta Iraqê 50 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê.




