26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Biryarderê Encumena Nûneran: daxwaza wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî radestî Talebanî tê kirin

Çavkanî: KDP.info

Serkirdeyê Îtîlafa Iraqîyya û biryarderê encumena nûneran "" Muhemmed Xalidî" di bêjedanekê de weha eşkere kir, ku  alîyên sîyasî piştî kombûna Necef daxwaza wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmetê dan serokê komara Iraqê " Celal Talebanî."
Di evê derbarê de li gorî rojnama" Xande", Muhemmed Xalidî weha jî got, du rê hene da ku em bawerîyê ji Mailkî werbigirn, yek bi rêya serokê komarê, du bi rêya vepirsînê piştire wergirtina bawerîyê, belê alîyên sîyasî rêya yekê hilbijartine."
Wek tê xuyakirin ku îro dê çarenivîsa Malikî di kombûna Hewlêrê de xuya bike, belê kombûna duhî ya Hewlêrê alîyê Sedr bi serokatîya  "Mustafa Ye'qûbî" kesê duyemê evê alîyê tê de pişikdar ne kirbû. Biryar weha ye jî ku îro serokê encumena bilinda Îslamî tê de pişkdar bike.
Herweha  Xalidî da nîşandan, ku kombûna îro hemû arîşeyan yek alî dike, ji ber ku hemû alî li ser wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî kokin û alîyê Sedr heta niha jî jê venekşîye, dibe ku encumena bilinda Îslamî bihê rêza alîyên sîyasî ji bo heman mebestê".
Xalidî tekez kir, ku piştî kombûna îro ya Hewlêrê, serkirde hemû ber bi bajêrê Silêmanîyê ve diçin, da ki bi serokê komara Iraqê re kombibin.

Nûçeyên têkildar