26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dozgeriya Giştî: Her kesek ji xelkê re bêje Korona nîne dê were cezakirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê dibêje, ew kes û aliyên ku bangeşe dikin ku Korona li Herêma Kurdistanê tune ye, dê werin cezakirin.

Dadwer Piştîwan Simko Berdevkê Serokatiya Dozgeriya Giştî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kesek beruvajî rêkarên xweparêziyê ji Vayrosa Koronayê biaxive, yan bangeşeyê bike û bêje Korona nîne dê were cezakirin.”

Simko wiha got: “Cazakirin jî dê bi riya dana çend milyon dînar û girtinê be jî.”

Nûçeyên têkildar