Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro roja yekşemê bi minasebeta damezirandina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir û di wê peyamê de pîrozbahî li serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi minasebeta 45 saliya damezirandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, pîrozbahiyê li serkirdayetî û hemû endama û alîgiyên YNKê dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hevbeşêkî girîng û serekî ye di Hikumeta Herêma Kurdistanê de û hêvî dikin bi hev re û lige Tevgera Goran û hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê, hemaheng û hevkar bin bo parastin li mafê destûrî yên Herêmî Kurdistanê û derbaskirina vê rewşa sext a niha, bi rêya piştevanîkirina karnameya Hikumeta Herêma Kurdistanê û encamdana proseya çaksaziyê ku daxwaza û hemû aliyan û hemwelatiyan e.”




