Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji YNKê re şand

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyê Hevserokên YNKê, Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiya YNKê û polîtboruya wê partiyê kir û têde ragihand: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, beşeke giring ji tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye, û tevî Partiya Demokrata Kurdistanê û aliyên din, hevbeşên serekî bûne di destkevtan, proseya siyasî û avakirina saziyên Herêma Kurdistanê de û di çespandina mafên gelê Kurdistanê di Destûra Iraqê de.”
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ev peyam bi helkefta 45mîn salvegera damezrandina YNKê ji serkirdatiya wê partiyê re şandiye.
Di beşeke vê peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi peywendiyên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û şert û mercên ku Kurdistan têre derbas dibe, kiriye û dibêje: “Niha jî di demekê de ku Herêma Kurdistanê wek Iraq û navçeyê, di rewşeke hestyar û li ber astengên mezin re derbas dibe, ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi tifaq, karê hevbeş û yekrêziyê heye ku tekane rêya serkevtinê û bingeha tevahiya destkevtan e.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi peywendiyên navbera Serok Barzanî û Mam Celal dike û dibêje: “Berê hevkarî û hemahengiya serok Mam Celal ku îro em bi rêzdarî wî bi bîr tînin, li gel Serok Mesûd Barzanî, vê rastiyê îsbat dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan dike: “Ji bo seqamgîriya siyasî û yekhelwêstiya li ser pirsên sereke yên gelê Kurdistanê, derbaskirina vê rewşê bi awayekî serkevtî, parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û garantîkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel hemû alî û pêkhateyan di nava hewldanên berdewam de dibe, em ji hemû aliyan jî bendewariya helwestek Kurdistanî dikin.”




