26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan: Hikûmeta herêma Kurdistanê dest ji Tirkiye barnede, Tirkiye bi çi avayî amade nîne dest ji wan berde

Çavkanî: KDP.info

Recep Tayyip Erdogan ragehand ku li gor Destûra İraqê mafê Herêma Kurdistanê ye bazirganiyê ligel her welatekî bike û got: ‘’Di vê çarçoveyê de jî danîna xeta boriya veguhestina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê karekî yasayî ye û ne berevajiya destûra İraqê ye.’’

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de got: ‘’ Eger hikûmeta herêma Kurdistanê dest ji Tirkiye barnede, Tirkiye bi çi avayî amade nîne dest ji hikûmeta herêma Kurdistanê berde bi taybetî di warê wize û petrolê de, em hewl didin di van wanan de peywendiyên xwe firetir û bi hêztir bikin, Tirkiye di warê bazirganiyê de hevkariya Herêma Kurdistanê dike û li beramber petrolê jê dikire.’’

Ev axaftina Erdogan, piştî daxwiyaniya çend roj berê ya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî tê ku gotibû; ‘’Me amadekarî kiriye bo ragehandina projeya danîna boriya veguhestina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê.’’

Nûçeyên têkildar