Mesrûr Barzanî daxwaza piştgîriya Kurdistanê ji Amerîka û civaka navdewletî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, Amerîka û civaka navdewletî piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin ji bo derbaskirina krîza darayî.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 14.05.2020, pêşwazî li Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin kir û di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj hat gotûbêjkirin.
Konsolê Amerîkayê pesna rêkarên serkeftî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê, da.
Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li Bexdayê jî, Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê kir ku gotûbêj berdewam in bi arasteyê çareserkirina pirsgirêkan li ser binemayê destûrê, bi şêweyekî ku erk û mafên her aliyekê diyar û parastî bin.
Herwiha di wê hevdîtinê de herdu alî hevra bûn li ser bihêzkirina peywendiyan û girîngîpêdana weberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê jî daxwaz kir, Amerîka û civaka navdewletî piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin ji bo derbaskirina krîza darayî.




