Kurdên Bakûr alîkarî şandin Rojava

alîkariyên Platforma Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re komkirin ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gihiştin Qamişloyê.
Duhî 8/2/2013 alîkariya yekemîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di encama kampanya ku ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin de hatibû komkirin, gehişt bajarê Qamişlo.
Li aliyê din, dema alîkarî di deriyê sînor re derbas dibû, bi hezaran şêniyên Qamişlo jî bi slogana, “Hevgirtina gelê Kurd” li ber deriyê sînor ê Qamişlo kom bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.




