Amerîka spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo yekrêziya Kurdên Rojava kir
__2020_05_13_h14m40s7__HK__2020_05_13_h18m21s17__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin hevdîtinek pêk anîn û di wê hevdîtinê de Fagi spasî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo yekrêziya aliyên Kurdî yên li Roajvayê Kurdistanê hewl dide.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 13ê Gulana 2020an li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin kir.
Di hevdîtinê de piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo hikûmeta nû ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û aboriya li Iraq û Herêma Kurdistanê û erk û gefên li ber hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha pirsa diyaloga stratejîk ya Amerîkî – Iraqî û amadehî û rola Herêma Kurdistanê li wan diyalogan de hate nirxandin.
Herwiha herdu aliyan peywendiyên Hewlêr – Bexda û hewla çareserkirina kêşeyan li ser bingehên destûrî, gotûbêj kirin.
Pêşhatên dawî yên rûbirûbûna vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, beşeke din a hevdîtinê bû ku têde Fagin destxweşiyê li hewl û rêkarên serkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna vîrusê kir û hevkarî û piştgîriya Amerîka ya li vî derbarî de ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Di heman hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de hat kirin.
Herwiha Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê, destxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê kir ku ji bo yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hewl dide.




