26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 46mîn salvegera şehîdkirina xwendekara Kurd, Leyla Qasim di daxuyaniyê de ew û hevalên wê bi bîr anî û ragihand ku Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 12ê Gulanê ji ber salvegera darvekirina şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ya berê ve daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Serok Barzanî de wiha hatiye gotin: “Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike. Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevalên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê.”


 

Nûçeyên têkildar