26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî 27 saliya damezrandina Bingeha Laliş pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro roja Duşema 11.05.2020an Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 25 saliya damezrandina Bingeha Laliş daxuyaniyek belavn kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Rêzdar serok û endamên Desteya Bilind a Bingeha Laliş

Bi helkefta bîst û heftemîn saliya damezrandina Bingeha Laliş pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xuşk û birayên Êzdî dikim.

Ji bo pêşvebirina rewşa çandî û civakî ya xuşk û birayên Êzdî, spasiya tevger û xebat û keda we dikim û destên we xweş bin.

Ji bo xizmetkirina xuşk û birayên Êzdî, erkekî pîroz li ser milên we ye.

Ji bilî derbirîna piştevaniya xwe ya ji bo kar û çalakiyên we, hêviya bexteweriyê û aramiyê û kevandina birînan, ji bo hemû xuşk û birayên Êzdî dixwazim û her serkeftî bin.”

 

 

Nûçeyên têkildar