Serok Barzanî sersaxî ji malbata Şehîd Adil Mihacir re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxê ji malbata Şehîd Adil Mihacir re xwest. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir
Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir, kesayetiya navdar a devera Soran û bavê Şehîd Adil Mihacir gihîşt me.
Kak Hacî Omer, wekî kesayetiyekî têkoşer û niştimanperwer, malbat û nasên xwe li ser rêbaza Kurdayetiyê û cangoriya ji bo gel û welat perwerde kir lewma jî Şehîd Adil Mihacir mînakekê diyarê wê perwerdeye bû.
Sersaxiyê ji malbata we ya têkoşer û tevahiya meriv û xizmên Mihacir re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar dikim ku canê Kak Hacî Omer bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekî.
Inna Lillah We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
06.05.2020”




