Aliyên siyasî yên li nava Hikûmeta Kurdistanê: Em li dijî hewlên du îdareyîbûnê ne

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewldanek ji bo perçekirina herêmê û çêkirina du îdareyiyê red kir û tekezî li ser yekparçebûna statuya Herêma Kurdistanê kir.
Îro roja şemiyê 02.05.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya serdana Bexdayê kiribû re civiya. Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend mijarên germ ên di rojeva Herêma Kurdistanê de gotûbêj kir.
Di civînê de Serokê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî behsa civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên Iraqê kir. Herwiha Qubad Talabanî da zanîn ku ew ê berdewam bin li ser diyalogê ligel aliyên siyasî yên Iraqê û parastina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Vê hefteyê jî wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û civînên xwe bidomîne.
Herwiha Serokwezîr Barzanî da zanîn ligor ew derfetên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene divê mûçeyên karmendan werin dabeşkirin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn li gor ew derfetên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene dê mûçeyên fermanberên Kurdistanê werin dabeşkirin.
Di civînê de behsa daxwazên derbarê sîstema birêvebirina nenavendî li Herêma Kurdistanê hat kirin û aliyên beşdar di hikûmetê de tekezî li ser wê yekê kirin, ku pirsa rêvebirina nenavendî û dayîna desthilatan bo aliyên jêr, di bin serpireştiya serokatiya hikûmetê de, beşek ji karname û acendaya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û tekezî li ser yekparçebûna statuya Herêma Kurdistanê û dijatiya her core hewlekê ji bo du îdareyîbûnê jî hat kirin.
Di berdewamiya civînê jî de girîngî û cîbicîkirina yasaya çaksaziyê hatiye gotûbêjkirin.
Serokwêzîr Mesrûr Barzanî anî zamin ku: “Em dê mafên destûrî yên herêma Kurdistanê biparêzin” û destnêşankir, bi derfetên berdest ên Kurdistanê dê mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê werin dan.




