25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîrê Êzdiyan: Em hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku ew hewlên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina Êzdiyên ku hatine revandin, bilind dinirxînin û ew hewl cihê spasiyê ne û dilê bi hezaran Êzdî xweş dikin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyên li cîhanê di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Rast e hêj Êzdiyên revandî hene û em hêvîdar in li seranserî cîhanê piştevanî û alîkariya Êzdiyan were kirin, da ku Kurdên Êzdî parastî bin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ya pîrozkirina cejna Çarşema Sor a Êzdiyan, ragihandibû: “Em Êzdiyan piştrast dikin ku heya yek Êzdî revandî mabe û tişta ku ji destê me bê, emê bikin ji bo ku em çarenivîsa wan revandiyan nas bikin û wan rizgar bikin.”

Mîr Hazim wiha got: “Em wê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin û ew helwêst cihê spasiyê ye û ew helwêst dihêle dilê bi hezaran malbatên Êzdî xweş bibe û em hêvîdar in hemû revandî rizgar bibin û vegerin nav malên xwe.”

Nûçeyên têkildar