25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Qutkirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê zexteke siyasî ye li dijî xelkê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya û di wê civînê de Mesrûr Barzanî got ku nabe hikûmeta federalî ya Iraqê mijara mûçe û darayiya Herêma Kurdistanê weke karteke siyasî û cezarkirinê li dijî welatiyan bikar bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 27ê Nîsana 2020an li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de ku nunerê Saziya Tendirustiya Cîhanî ya li Îraqê Dr. Edhem Îsmaîl jî tê de beşdar bû, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û tedbîrên taybet ên bo rûbirûbûna koronayê hat gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî di civînê de behsa biryara birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve kir û tekez li ser vê yekê kir ku ev biryar biryareke siyasî û derqanûnî ye û zexteke siyasî ye li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku her di destpêka destbikarkirina kabîneya 9an a hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê kir û dilxwazî û niyazpaqijiya xwe bo çareserkirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê diyar kir û bo vê yekê jî wan çend pêşniyar bo çareserkirina kêşeyan pêşkêş kir û di encam de dawiya sala derbazbûyî herdu alî gihîştin qonaxa ku ji hev fêm bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku biryar bû Herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û Bexda jî 900 miliyon dolar weke mûçe û şayisteyên darayî bo Herêma Kurdistanê bişîne, lê mixabin pişt re rayedarên Bexdayê amade nebûn vê yekê cîbicî bikin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku nabe hikûmeta fedralî babeta mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke karteke siyasî û cezakirinê li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê bikar bîne, ji ber ku ev yek berevajî mafên destûrî yên herêmê û li dijî mafên welatiyên herêmê ye.

Di beşeke din ya civînê de hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistan bo avakirina kabîneya nû li ser esasê hevbeşî û pêbendbûna di destûrê de hat diyarkirin.

Herwiha di dirêjahiya civînê de gotûbêj derbarê tedbîrên rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê de hat kirin û ji aliyê xwe ve nunerê Saziya Tendirustiya Cîhanî ya li Iraqê ji ber tedbîrên xweparêziyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ezmûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de serkeftî û gelek baş bûye û cihê serfiraziyê ye.

 

 

Nûçeyên têkildar