26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Korbenda aborî a Kurdistan û Almaniyayê

Çavkanî: KDP.info

Li jê r navê (Bi hev re ber bi aboriyek ayndedar), duhî li bajarê Hewlêrê,  bi amadebûna Peter Ramzawer wezîrê guhastin û avadankirinê yê hikûmeta Almaniyayê û Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê yê hikûmeta Kurdistanê, Dilşad Şehab wezîrê şaredarî û tûrîzmê, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Newzad Hadî Waliyê Hewlêrê, Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Almaniyayê û konsulê giştiyê konsulxaneya Almaniyayê a Hewlêrê, korbenda aboriya herêma Kurdistan û Almaniyayê hat  saz kirin.

Di destpêka kar û çalakiyên korbenda aborî de, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê peyek pêşkeş kir û wî di peyva xwede behsa giringiya têkeliyên aborî yên di navbera Kurdistan û Almaniyayê de kir û tekîd li ser berfirehkirin û Xurtkirina wan têkeliyan kir.

Kameran Ahmed di berdewamiya peyva xwe de behsa giringiya sakirina Korbenda aborî a di navbera Kurdistan û Alaniyayê de li Hewlêrê kir û got:

- Beşdarbûna nûnerên şirket û komanîyan û bazirgan û sermayedarên Kurdistanê û Almaniyayê di vê civîna taybet bi warê aborî û bazirganî de, derfeteke gelek başe ku her du alî haydarî rewşa kar û pirojeyên hev du bibin û fêdey ji tecrûbeya hev du werbigirin. Bi taybetî ev civîn dê bibe faktoreke giring ku karsaz û kompaniyên almanî rewşa Kurdistanê bi çavên xwe bibînin û haydarî rewşa avadankirin û geşepêdana Kurdistanê bibin.
.
Piştre, Peter Ramzawer wezîrê guhastin û avadankirinê yê hikûmeta Almaniyayê jî peyvek pêşkeş kir û wî di axavtina xwe de got ku, hikûmeta alamî dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê di warên cihê de berfireh bike:

- Herêma Kurdistanê di qonaxa avadankirinê de derbas dibe û derfetên baş yên  karkirinê di warên cuda de hene û kompanî û karsazên almanî dikarên fêdey ji wan derfetan bibînin û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Nûçeyên têkildar