25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ li sînorê Şingalê bihêz dibe û tevgera wan zêde bûye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, tevgera DAIŞê li Şingalê bi şêweyeke berçav zêde bûye, ku zanyarî hene ku 300 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî navçeyê bûne, lewma jî divê rêgirî li wan bê kirin berî ku karesateke din bînin serê Şingalê.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Me aliyên pêwendîdar agahdar kirine ku metirsiyeke cidî li ser Şingalê heye û dûbare DAIŞ li sînorê Şingalê dest bi tevgerê kiriye û zanyariyên me li ser wê yekê hene. Lewma jî me daxwaz kiriye ku beriyati karesatek çêbibe, çareseriyek ji vê rewşê re were dîtin û rêgirî li DAIŞê were kirin, ji ber ku DAIŞ li sînorê Şingalê hejmara wan zêde dibe û bihêztir dibin.”

Xelîl wiha got: “Zanyariyên me hene ku 300 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê di dizî hatine nava Iraqê û sînorê Şingalê û Mûsilê ne, lewma pêwîst e ev navçe baştir were kontrolkirin û aliyên pêwendîdar bi cidî kar bikin, ji ber ku berê jî navçe bi başî nehatibû paqijkirin ji wan terorîstan, lewma jî beriya ku karesat derkevin, divê rêgirî li DAIŞê bê kirin.”

 

 

Nûçeyên têkildar