Mesrûr Barzanî hatina meha Remezanê li Misilmanên Kurdistanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir pîrozbahî li misilmanên Kurdistan û cîhanê kir û hêviya xwe anî ziman ku Remezan bibe, xêr, bereket, rehmetê û xweşiyê bo her kesî û Xwedayê mezin û dilovan, rojî, dua û îbadetên hemiyan qebûl bike.
Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê spasiya bo mamosteyên ayînî pêwîst dibîne ku roleka berçav di bicîhanîna rêkarên li hember vîrusa koronayê û şîretên tenduristiyê de lîstine û herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku mamosteyên olî li ser şîretkirina welatiyan bo parastina xwe û civakê berdewam bin.




