26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir Mafên destûrî yên Kurdistanê bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çarşema 22/4/2020 Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya û di wê civînê de Mesrûr Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku pêbendî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bin.

Di destpêka civînê de, ku bi rêya vîdyo konfiransê hate encamdan, Serokwwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encumena Wezîran sipasiya xelkên Herêma Kurdistanê kir bo xweragirî û pêbendbûna wan bi rêkarên xweparêziyê û rênimayên tenduristiyê, ku xweşbextane kontirolkirina vîrusa Koronayê qonaxeka gelek baş û pêşketî birriye û ezmûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de, bi yek ji serkeftîtirîn mînakên xweparêziyê li cîhanê tê naskirin, lê hêj metirsiyên Koronayê bi dawî nehatiye û daxwaz ji xelkên Herêmê dikin berdewam bin li ser pabendbûnê.

Herwiha Enumena Wezîran tekez li ser giringiya berdewambûna rêkarên xweparêziyê kir û qonaxên asayîkirina jiyana xelkê jî dê berdewam be û heya niha parêzgehan û rêveberiyan di vî bawarî de pêngavên baş havêtine bi liberçavgirtina rêkarên xweparêziyê.

Encumena Wezîran pîrozbahiyê li musilmanên Herêma Kurdistanê dike bi boneya hatina meha Remezana Pîroz. Tekez jî kir ku ji bo parsatina canê hevwelatiyan biryar hate dan deriyên mizgeft û dêran û cihên din yên peristinê girtî bimînin wek navendên xwîndinê. Hevdem sipasiya mamostayên olî kir jibo pêbendbûna wan.

Herwiha piştre gotûbêj hate kirin derbarê encamên serdana şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê li rojên 19-20ê/4/2020 bo Bexda û amaje bi wê yekê hate kirin ku gotûbêj li gel hikumeta Fedral berdewam in bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê wek mehên berê. Hevdem hikumeta Herêma Kurdistanê pêbendbûna xwe tekez kir bi wê lihevtêgêjtina hebeş a dawiya sala 2019yê li gel wezaretên petrol, darayî û pilandanana Iraqê hatibûn encamdan di çarçoveya pirojeyasaya budceya Iraqê bo sala 2020, ku li gor wê jî Herêma Kurdistanê amade ye bo cîbicîkirina pêbendbûnên xwe yên petrolî li hemberî dabînkirin şehniyên darayî yên wê wek di wê lehevtêgehiştinê de hatîye.

Hevdem Encûmena Wezîran tekez kir ku berdewam dibin li ser hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê. Gîrobûna mûçeyê jî li derveya viyana hikumeta Herêma Kurdistanê ye û sedema wê jî, daketina behayê petrolê û rêkarên xweparêziyê ye ji Koronya ku tevaya cîhanê vegirtiye, ev tevî gîrokirina pereyên pişka mûçeyên Herêmê ji aliyê Bexda ve.

Encumena Wezîran daxwaz ji hikûmeta fedral a Iraqê dike pêbendbûnên xwe li hemberî Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî cîbicî bike, ku ji aliyê xwe ve jî, Herêma Kurdistanê amade ye pêbendiyên xwe yên destûrî li hember Hikûmeta Fedral bicih bîne.

Nûçeyên têkildar