26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sînem Bedirxan: Rojnameya Kurdistan bi hemû gelê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sînem Bedirxan keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, dibêje derketina rojnameya Kurdistan destkefteke girîng û nû û zêrîn bû di dîroka gelê Kurd de. Herwiha dibêje, divê armanca rojmamevaniya Kurdî yekrêzî û tebayî be.

Beriya 122 salan û di 22 Nîsana 1898ê de li Qahîreya paytexta Misrê û ji bo cara yekem di dîroka gelê Kurd de, rojnameyek bi navê Rojnameya Kurdistan jidayik bû.

Rojnameya Kurdistan di demekê de derket ku Kurd di bin zilm û zordariyeke mezin de bûn û vê rojnameyê karî xema miletekî bindest bixe nava malperên dîroka rojnamevaniyê de.

Keça wê malbata ku Rojnameya Kurdistan derxistin, Sînem Bedirxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew rojname xwedî giringiyeke mezin bû di nava Kurdan de, ji ber ku di demekê de derket ku gelek xelk nexwende bûn û li Qahîre rojname hat çapkirin, ku ev yek jî nîşan dide ku Kurd ji welatê xwe hatine derxistin, lê xwendin û zanist herdem di dilê wan de bûn û karîn li welatên xerîb li hemberî hemû astengî û rêgiriyan, rojnameyekê derxînin.”

Sînem Bedirxan wiha got: “Ev yek cihê şanaziyê ye ji min re û ji bo temamî gelê Kurd, ji ber ku ev rojname bo hemû gelê Kurdistanê bû, di malbata me de hemû armanca ew bû ku dengê Kurdan bighê hemû cîhanê.”

Sînem Xan wiha domand: “Pêwîst e rojnamevaniya Kurdî niha di xizmeta gelê me de be û divê armanc jî ew be ku Kurdan han bide ku hemû yekrêz û yekgirtî bin. Dayika min herdem ji me re digot, yekîtî û birayetiya Kurdan bidin min, ezê jî Kurdistaneke azad bidim we.”

Nûçeyên têkildar