26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandina PDKê salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike: Silav û rêz bo Bedirxaniyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bi boneya 122yemîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de silav û rêz ji malbata Bedirxaniyan û tevahiya xebatkarên rêya resen a rojnamegeriya Kurdî re şand.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Yekem rojnameya Kurdî bi navê (Kurdistan) li 22.4.1898 de li ser destê Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre derket, êdî ji wê rojê de karwanê rojnamegeriya Kurdî destpê kir û tevî ku rastî gelek cureyên zehmetî û girêkan bûye, lê ji wê peyama xwe ya rastgotinê venegeriyan û heya roja îro jî rojnamegeriya Kurdî her berdewam e li ser berhem û xebata xwe.

Rewta rojnamegeriya Kurdî roleke girîng dît di pêşxistin û pêşvebirina hişyariya netewî û bihêzkirina bîr û hizra azadîxwaz û rizgarîxwaziyê. Herwiha rojnameya (Kurdistan) ji aliyê hizra siyasî ya Kurdî de jî roleke pêşeng dît, ku dengê miletekî bin zilmê bû.

Ew destkefta mezin bû sedem û handerek ji bo giringîdan bi warên ên jiyana siyasî û rewşenbîrî û kiltûrî, û herwiha hêzeke nû da rewşenbîriya me û vê yekê jî hişt ku warê pîşeyî û wêjeyî û ferhengî jî li cem Kurdan geş bibe.

Rojnamegeriya Kurdî di her qonax û serdemekê de jibilî ku amrazeke zindî û girîng bûye ji bo parastin û nûbûna ziman û wêjeya Kurdî, herwiha xwedî peyameke mirovî û netewî û niştimanî bû û peyama lihevkirin û tebayî û mirovatiyê bilind kiribû, lewma jî hêzeke bi bandor û dijwar bû ji bo doza rewa ya gelê me û ji bo kiltûra me ya resem bû, ew jî di qonaxên cuda yên xebat û tevgera rizgarîxwaziyê de, ku rojnamegeriya Kurdî çekê bergîriyê û hişyariyê û bihêzkirina canê berxwedanê û bergîriyê bû di şoreş û raperînên Kurdistanê de.

Îro di siya hebûna azadiya axaftinê û demokrasî û çapemeniyê, cihê şanaziyê ku bi dehan û bi sedan televîzyon û dezgehên ragihandinê karê xwe yê cuda dikin, û bi vê yekê jî rojnamegeriya Kurdî bi moraleke bilind û mezin rola xwe dibîne. Proseya ragihandinê îro bi giştî di astekê de ye ku pir pêşve çûye û ev yek rasterast bandorê li ser jiyana her kesekî nava civakê dike, lewma pir girîng e ku rojnamegeriya Kurdî bi berpirsyarî rol û erkê xwe yê netewî û niştimanî bibîne.

Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li tevahiya rojnamevan û medyakaran dikin. Silav û rêz ji malbata Bedirxaniyan û tevahiyaxebatkarên rêya resen a rojnamegeriyê.”

Nûçeyên têkildar