25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: Ji bo nemana nakokiyên PDK û YNK emê hemû hewlên xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî Polîtburoya PDKê civiya û derbarê wê civînê Berdevkê fermî yê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku ewê hemû hewlên xwe bidin ku girjî û nakokiyên PDK û YNK nemînin.

Berdevkê PDKê û Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ji malpera KDP.info re behsa naveroka wê civîna Polîtburoya PDKê kir û ragihand: “Cvîna Polîtburoya PDKê civîneke normal bû û me xwest ku li ser rewşa û pêşhatên ku niha hene civînekê bikin. Me behsa 2 mijarên sereke kirin ku ya yekê rewşa Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bû, ya duyemîn jî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê bû û ew girjiyên ku çêbûne, ku hewl bên dan bi diyalogê çareser bibin. Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî, emê piştevaniyê li Mistefa Kazimî bikin ji bo ku serkeftî bibe di avakirina hikûmeta xwe de.”

Mehmûd Mihemed derbarê daxwazên Herêma Kurdistanê ji Mistefa Kazimî, got: “Tişta ku em ji wî dixwazin ku taybetmendiya Herêma Kurdistanê liberçav bigre.”

Derbarê hinek girjiyên siyasî ku li Herêma Kurdistanê derketine û li ser medyayê belav bûne, Berdevkê PDKê ragihand: “Wek hestkirin bi berpirsyaretiyê, Polîtburoya PDKê îro behsa wê mijarê kir û biryar hat dan ku hemû kar bên kirin ji bo ew girjî û nakokî nemînin û hemû partiyên siyasî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku Hikûmeta Kurdistanê serkeftî bibe di erkên ser milê xwe de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên abûrî û tendirûstî.”

Mehmûd Mihemed wiha dibêje: “Rêkeftinên siyasî û îdarî di navbera me û YNKê de hene û ew rêkeftin hatine îmzakirin. Divê em bi YNKê re bicivin û eger pirsgirêk di navbera me de hebin em bi diyalogê çareser bikin û jihevtêgehiştin ji bo çareserkirina alozî û pirsgirêkan di navbera me de hebe. Pirsgirêk bi rêya rûniştin û diyalogê çareser dibin, ne bi rêya medyayê. Berpirsyaretiyeke girîng ji ber vê qonaxa niha li ser milê me hemûyan e. Em hemû berpiris in di ber vê rewşê de û divê em vî erkî bi şêweyekî baş bicîh bînin û em hewl bibin ku Hikûmeta Kurdistanê ya ku PDK û YNK û Goran ava kirine, serkeftî be û bername û karê hikûmetê werin cîbicîkirin û em hemû partiyên siyasî kar bikin ku hikûmeta me bihêz û serkeftî be.”

 

Nûçeyên têkildar