Kurd vê carê dê bi şêweyeke bi bandor di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ragihand ku Kurd dê vê carê bi şêweyeke bi bandor di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bin û ya girîng li cem Kurdan ew e ku mafên wan li gorî destûrê Iraqê bidest bên.
Arif Rûşdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha avakirina nû ya Iraqê li ser Şîeyan maye ku pêwîst e li ser navê wezîran lihev bikin. Gotûbêjên me Kurdan jî ligel Bexdayê ji bo avakirina Hikûmeta Iraqê berdewam in, ku Hikûmeta Iraqê bê Kurdan nabe û dê Kurd vê carê bi şêweyeke bi bandor tê de beşdar bibin, ya girîng li cem Kurdan ew e ku mafên wan li gorî destûrê Iraqê bidest bên.”




